Di êrîsa Îsraîlê ya li ser Samê de sêwirmendê leskerî yê Îranê jiyana xwe ji dest da

03 February 2024 10:57 0 dîtin
Di êrîsa Îsraîlê ya li ser Samê de sêwirmendê leskerî yê Îranê jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku şêwirmendê leşkerî yê Mihafizên Şoreşê Seîd Elîdadî ku li Sûriyeyê bi erka xwe radibû, di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser başûrê Şamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îranê de cih girtin, hat diyarkirin ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser başûrê Şamê de şêwirmendê leşkerî yê Îranê Seîd Elîdadî jiyana xwe ji dest daye.

Hate diyarkirin ku di êrîşê de ji bilî şêwirmendê leşkerî yê Hêzên Şoreşger, Iraqî û kesekî navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dane.

Êrîşa îro di nava hefteyekê de duyemîn êrîşa ser Şamê bû.

Li Şama paytexta Sûriyê di saetên sibê de dengê teqînên bihêz hatin bihîstin.

Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku îro danê sibê balafirên şer ên Îsraîlî çepereke Hizbullaha Lubnanê ya li Şamê bombebaran kir û di encama bombebaranê de 3 kes mirin.

Ji 7ê Cotmeha 2023an ve ku şerê navbera Hamas û artêşa Îsraîlê destpê kir, car caran deverên sînorî yên Îsraîlê li gel Sûriye û Lubnanê tên bombebarankirin.