Encama êrîsa Îsraîlê ya ser avahiya Samê askera bû

08 October 2024 23:56 0 dîtin
Encama êrîsa Îsraîlê ya ser avahiya Samê askera bû

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li rojavayê Şamê li Mezzahê nêzî balyozxana Îranê bi sed metreyan li avahiyekî xistibû û Îranê, Îsraîlê bi êrîşa ser sîvîlan tewan kiribû.

Hat ragihandin ku di êrîşê de 7 kes hatine kuştin û 11 kes birîndar bûne. Medya Şamê ragihand ku di êrîşê de jin û zarok hatine kuştin.

Di nûçeyan de tê gotin ku di nav kuştiyan de ji grûbên ku Îran wan destek dike, kesekî di asta bilind de ji yekîneya Hîzbûllahê ya 4400an rêvebirekî heye. Navê kesê Hîzbûllahê ku di asta bilind deye nehat gotin. Lê ji bo wî kesî hat gotin ku kesê sîlihan digihand Hîzbûllahê ew kese.

Çapemeniya Sûriyê ragihandibû ku di hedefa êrîşê de endamên artêşa Îranê hebûne.