Îsraîlê pistî êrîsa Samê 28 nûnertiyên dîplomatîk girtin
PeyamaKurd – Karvedana êrîşa roja duşema borî ya Îsraîlê bi ser konsulxaneya Îranê ya Şamê de ku fermandarê pasdaran ê Sûriye-Iraqê Muhammed Riza Zahidî û 15 kesên din hatin kuştin dewam dike.
Îranê li hemberî vê êrîşê gefa bersivdanê li Îsraîlê dixwe û herwiha bang li Amerîkayê jî dike ku nekevin kemîna Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû. Herwiha tê gotin ku Washingtonê ji Îranê daxwaz kiriye di êrîşên bersivdanê de li hedefên Amerîkayê jî nexin.
Li aliyê din Îsraîlê jî piştî bertek û gefan biryar da bi awayê demkî nûnertîyên xwe yên dîplomatîk ên li 28 welatan bigre. Herwiha Îsraîlê li ser egera êrîşên Îranê jî li hemberî êrîşên moşekên balîstîkî li bajarên bakurê Îsraîlê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin û dest bi tetbîqatên şer kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin