Wezîrê Derve yê Îranê pistî êrîsa Îsraîlê ya balyozxaneya serdana Samê kir
PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Ebdullahiyan, piştî êrîşa çend roj berê ya ser balyozxaneya Şamê ya Îranê û kuştina zêditirî 16 fermandar û karmendên wê serdana Şamê kir.
Hate ragihandin ku Ebdullehyan îro 8ê Nîsanê tevî şandekê gihîştiye Şamê û wê bi rayedarên hikumeta Şamê re hevdîtinan bike.
Li gorî rojnameya El Wetan a nêzî rejîma Sûriyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, wezîrê derve yê Sûriyê Feysel El Miqdad pêşwaziya Ebdullehiyan kir.
Hate diyarkirin ku wê her du alî bandora êrîşa Îsraîlê ya li ser balyozxaneya Îranê ya li Şamê, têkiliyên dualî û rewşa li Xezzeyê gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin