Balafirgeha Samê pistî êrîsa Îsraîlê hat girtin

10 June 2022 17:08 0 dîtin
Balafirgeha Samê pistî êrîsa Îsraîlê hat girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber ziyanên êrîşa Îsraîlê ya îro sibehê bi ser Balafirgeha Şam a paytexta Sûriyê de, balafirgeh ji bo 48 saetan hat girtin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li ser aliyê bakur ê Balagirgeha Şamê ji ber derbeyên artêşa Îsraîlê yên  dijî 3 depoyên komên çekdar ên Îranê, ziyaneke mezin çêbûye.

Herwiha hat diyarkirin ku birca çavdêriyê ya balafirgehê jî zirar dîtiye û seferên bo hatin û çûyînê li balafirgehê rawestiyane.

Kompaniyên balafiran hemû rêwî agahdar kirine ku rêwîtiya xwe heta 48 saetan bi paş ve bixin.