Amerîka, di babeta êrîsa Îsraîlê ya ser balyozxana Îranê ya li Samê de axifî
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Matthew Miller li ser êrîşa Îsraîlê ya ser balyozxana Îranê ya li Şamê axifî. Miller li ser êrîşê fikra xwe beyan nekir û got:
“Ez ê bi taybetî li ser êrîşê şiroveyan nekim. Ji ber ji bo em bigihêm encamekî, divê ji welatên herêmê agahiyên zêdetir bidest bixim. Weke qaîdeyekî helbet em endîşe dikin ku li herêmê tansiyon bilind bibe. Em ji bûyerekî ku li Herêmê bibe sedema pevçûn belav bibe, bi endîşe ne.”
Miller got ku ew êrîşê dîne lê di vê pêvajoyê de axaftinên bi Îsraîlê û welatên herêmê re dewam dikin û dixebitin da agahiyên rast bidest bixin.
Rêvebiriya Îranê ragihandibû ku êrîşa Îsraîlê ya ser balyozxana Şamê de ji artêşa Îranê tûxgeneral Muhammed Riza Zahidi jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin