Îran: Me berî êrîsa ser Îsraîlê Amerîka agahdar kir

18 April 2024 17:01 0 dîtin
Îran: Me berî êrîsa ser Îsraîlê Amerîka agahdar kir

PeyamaKurd- Li gorî ragihandina medya Îranê, Wezîrê Derve yê Îranê Huseyin Emir Ebdullahiyan, beriya serdana xwe ya Amerîkayê bo beşdariya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li New York bersiva pirsên rojnamevanan daye.

Ebdullahiyan li ser êrîşa bi drone û moşekên seyrê ya hefteya borî bi ser Îsraîlê de daye zanîn, wan beriya êrîşê Amerîka agahdar kiriye û ji wan re bi eşkere gotiye, bi mercê ku piştevaniya leşkerî piştî êrîşê nedin Îsraîlê ew dê baregeh û berjewendiyên Amerîkayê hedef negrin.

Wezîrê Îranê herwiha daye xuyakirin ku Swîsreyê di wê pêwendiya navbera Amerîka û Îranê de navbeynkarî kiriye.

Ebdullahyan gotiye, "Me roja Yekşemê di peyama ku li demjimêr 02.30 bi dema herêmî ji Amerîka re şandiye de, diyar kiriye ku em ne li pey berfirehkirina rageşiya li herêmê ne.”