"Berî êrîsa Îsraîlê Îranê agahî da Tirkiyeyê"
PeyamaKurd – Çavkaniyekî Tirkî ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ajansa Reutersê re ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan hefteya borî bi her du hevtayên xwe yên Amerîkî û Îranî re hevdîtin pêk anîbû û li ser operasyona plankirî ya Îranê gotûbêj kiribûn û Enqere ji geşedanên muhtemel hatiye agahdarkirin.
Di destpêka vê hefteyê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi Fîdan re hevdîtin pêk anîbû û eşkere kiribû ku zêdebûna aloziyan li Rojhilata Navîn ne di berjewendiya ti kesî de ye.
Çavkaniyê got, "Îranê ji berê de agahî da me ku wê çi bibe. Di hevdîtina bi Blinken re jî geşedanên muhtemel hatin axaftin û wan (DYA) bi rêya me ji Îranê re ragihand ku divê ev bertek di çarçoveya hin sînoran de be."
Di bersivê de, Îranê got ku ev bersiv wê bibe bersivek ji êrîşa Îsraîlî ya li ser balyozxaneya wê ya li Şamê û wê wêdetir dernakeve.
Îran ku cîranê Tirkiyê ye, soz dabû ku wê tolhildanê li êrîşa Îsraîlê ya li ser balyozxaneya wê ya li Şamê di 1ê Nîsanê de bike, ku 7 efserên Pasdarên Şoreşê hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin