Ji Îsraîlê hisyariyeke tund bo Iraqê: Ger milîs di êrîsa Îranê de bên bikaranîn, me hedefên xwe diyar kirine
PeyamaKurd - Weşana The Times of Îsraîlê îro Yekşemê di nûçeyeke xwe de ragihand ku ger milîsên Iraqê yên bi piştevaniya Îranê di êrîşeke muhtemel a ser Îsraîlê de cî bigirin, ew dê li wan armancên Iraqê yên destnîşan kirine bixin.
Di nûçeyê de hatiye gotin, ger êrîşên milîsên Iraqî li ser Îsraîlê berdewam bikin, Îsraîl dê êrîşî Iraqê bike, ji bo wê jî hem armancên xwe yên li Iraqê destnîşan kirine û ji aliyê din ve jî hişyariyeke tund dane Iraqê.
Li gorî nûçeyê berpirsên îsraîlî di vê derbarê de daxuyanî dane û gotine: “Ew bi berdewamî çavdêriya Tehranê dikin û li gor dîmenên derdikevin Îran kar dike ji bo veguhestina moşekên balîstîk û amûrên pêwendiyê ji Îranê ve bo axa Iraqê û armanc jî êrîşkirina Îsraîlê ye ji Iraqê ve.’’
Hatiye diyarkirin: “Îsraîl çavdêrî û destnîşankirina armancên milîsên ser bi Îranê û herwiha armancên li dewleta Iraqê dike û hişyarî jî daye Iraqê ku divê milîsan kontrol bike û rêgiriyê li wan bike û nehêle axa Iraqê bo destpêkirina êrîşan bikar bînin, eger ew êrîş ne li ser Iraqê bin.’’
Hat ragihandin, Iraqiyan nîgeraniya xwe nîşan daye ku Îran û milîsên girêdayî Eniya Berxwedanê, axa Iraqê bikar tînin ji bo ku şer ji axa Îranê dûr bixin û welatê wan têkelî şerekî herêmî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin