Milîsên Îranî yên Iraqê bi dronan êrîsî Îsraîlê kir
PeyamaKurd - Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê (Cebhe Muqaweme) ku ji komên çekdar ên milîsên Îran piştevaniya wan dike pêk tê, ragihand ku wan bi dronan êrîşî ser armanceke artêşa Îsraîlê kirin.
Di daxuyaniya Berxwedana Îslamî ya îro hatiye belavkirin de, tê gotin ew dê di êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê de berdewam bin.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi rêya dronan êrîşî ser Îsraîlê kiribû û berpirsên artêşa Îsraîlê jî ragihandibûn ku ew li hember wan êrîşan bêdeng namînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin