Milîsên Îranî yên Iraqê: Me bi dronan êrîsî pêgeheke girîng a Îsraîlê kir

02 June 2024 12:00 0 dîtin
Milîsên Îranî yên Iraqê: Me bi dronan êrîsî pêgeheke girîng a Îsraîlê kir

PeyamaKurd - Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku ji komên milîsên girêdayî Îranê pêk tê ragihand ku wan bi dronan êrîşî bajarekî Îsraîlê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê, wan bi dronan êrîşî ser pêgeheke girîng a Îsraîlê ya li bajarê Îlat kiriye.

Di daxuyaniyê de ti hurgilî derbarê êrîşê de nehatin dayîn, lê hate gotin ku ew êrîş ji ber êrîşên Îsraîlê yên ser xelkê sivîl ê Filîstînê hatiye encamdan.