Milîsên îranî yên li Iraqê gefa serê vekirî li hêzên Amerîkayê xwarin
PeyamaKurd - Milîsên Iraqê yên bi ser Îranê ve gefa şerê vekirî li hêzên Amerîka xwarin û diyar kirin, heger bi dawiya salê re Amerîka ji Iraqê hêzên xwe venekişine ew ê êrîş bikin.
Serkirdeyê milîsên Esayib Ehlulheq Seid El-Seidî di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo derketina hêzên Amerîka ji Iraqê, wan rê daye hikûmeta Iraqê ku heta dawiya salê bi riyên diplomatîk vê yekê pêk bîne, eger venekişin jî ew ê dest bi şerê vekirî li dijî hêzên Amerîkî bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, li gor rêkeftina stratejîk a di navbera Bexda û Washingtonê de, biryar e roja 31ê Kanûna 2021ê re, Amerîka hêzên şerker ji Iraqê vekişîne. Lê komên çekdar ên girêdayî Îranê ji bicihanîna vê rêkeftinê bi guman in.
Beriya niha jî, wan koman gelek caran êrîşî ser hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin