Milîsên Îranî li ser sînorê Sûriye-Iraqê hatin bombebaran kirin

28 June 2020 10:32 0 dîtin
Milîsên Îranî li ser sînorê Sûriye-Iraqê hatin bombebaran kirin

PeyamaKurd -  Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku şeva borî hejmarek balafirên şer binkeyên milîsên Îranî û artêşa rejîma Sûriyê li gundê Ebas a derdora Elbu Kemal a li rojhilatê Sûriyê û nêzîkî sînorê Iraqê bombebaran kirin.

SOHRê da xuyakirin ku ji ber wê bombebarana ku guman heye balafirên şer ên Îsraîlê kiribin, 6 çekdarên milîsên nêzîkî Îranê hatin kuştin.

Balafirên Îsraîlê hefteya borî jî dîsa li ser erda Sûriyê êrîş biribûn ser milîsên Îranê û hejmarek jî hatibûn kuştin.