Îsraîlê li sînorê Sûriye-Iraqê êrîsê çekdarên Îranî kir: 10 kustî...

14 September 2020 21:01 0 dîtin
Îsraîlê li sînorê Sûriye-Iraqê êrîsê çekdarên Îranî kir: 10 kustî...

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro danê sibê ji bajarê Bûkemalê yê gundewarên Dêrazorê dengê 6 teqînên xurt hatin ku ji ber bombebarana balafiran bûn.

Çavkaniyên SOHRê diyar kirine, li gorî texmîna wan balafirên Îsraîlê bingehên leşkerî yên komên girêdayî Îranê li herêma El-Selesat a li başûrê Bûkemalê ya nêzî sînorê Sûriyê-Iraqê ku dikeve ser gundewarên rojhilatê Dêrazorê kirine armanc.

SOHRê herwiha daye xuyakirin, di encama teqînan de 10 leşkerên komên girêdayî Îranê yên bi eslê xwe ne ji sûrî ne hatine kuştin û ambulans ber bi xalên êrîşên asmanî ve çûne.

Herwiha SOHRê diyar kiriye ku di encama êrîşan de depoyeke cebilxaneyê hatiye rûxandin.