Sûriye: Îsraîlê ji hewa de êrîsê basûrê Samê kir

04 November 2024 21:59 0 dîtin
Sûriye: Îsraîlê ji hewa de êrîsê basûrê Samê kir

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Sûriyê ragihand ku artêşa Îsraîlê ji hewa de li nêzî Şamê xistiye. Êrîş, ji aliyê Golanê da hatiye kirin û li başûrê Sûriyê xistine.

Di daxwuyaniya wezareta bergiriyê ya Sûriyê de, encama mirî û birîndaran nehat dayîn. Li gor çapemeniya Sûriyê; Îsraîl di êrîşê de li devera Sayeda Zeinabê xistiye.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku Îsraîlê seet di 18.05an de, li çend ciyên başûrê Sûriyê xistiye. Di nûçeya SANA de hat gotin:

“Sîstema bergiriya me, fuzeyên ji aliyê Golanê de hatine avêtin, piraniya wan xistiye. Di êrîşê de xesara maddî çêbû.”

Îsraîlê, heya niha di mijara êrîşê de daxwuyanî nedaye.