Koma milîsên Îranî ya Iraqê gef li Tirkiyê xwar: Serdema Osmaniyan bidawî bûye…

11 August 2021 18:08 0 dîtin
Koma milîsên Îranî ya Iraqê gef li Tirkiyê xwar: Serdema Osmaniyan bidawî bûye…

PeyamaKurd – Tevgera Nuceya ya milîsên Iraqê ku Îran piştevaniya wan dike, li ser operasyonên Tirkiyê yên nav erda Iraqê yên bi hinceta PKKê berdewam dikin, vîdyoyek belav kir û tê de gef li Tirkiyê xwarin. 

Di vîdyoya ku li ser twitterê hatiye belavkirin de hatiye gotin, “Bîstekê çavê xwe bigire û bifikire. Bicihbûna xeyalên xwe hîs bike! Li Colemêrg, Şirnex, Wan yan jî Diyarbekirê hebûna hêza biyanî bifikire. Hûn çi hîs dikin. Hêrs… Teqez wisa ye. Van rojan gelê Iraqê jî ji bo Tirkiyê wan hestan dijî.”

Di daxuyaniyê de Tirkiye wekî hêzeke dagirker hatiye binavkirin û hatiye gotin, “Em wek Tevgera Berxwedana Îslamî ya Nucebayê naxwazin bi birayên misilman ên nav artêşa tirk û cîranên xwe re xer bikin, lê dagirkerî, binpêkirin û êrîşan rêveberên we rewşê ber bi şer ve dibin.”

Tevgera Nuceba gefa boykota aborî û bazirganî jî li Tirkiyê dixwe û dibêje, gelo heger berhemên we bêne qedexekirin û girêdanên bazirganî werin qutkirin, hûn nafikirin ku wê ziyan bigihe aboriya we?

Herwiha hatiye diyarkirin ku êdî serdema Osmaniyan bidawî bûye û tekane rê rêzgirtina li sînoran û pêşîgirtina şerên bê encam e.