Serokkomariya Iraqê "êrîsa Tirkiyê" ya li ser Balafirxaneya Silêmaniyê sermezar kir

08 April 2023 15:59 0 dîtin
Serokkomariya Iraqê "êrîsa Tirkiyê" ya li ser Balafirxaneya Silêmaniyê sermezar kir

PeyamaKurd – Serokkomariya Iraqê "êrîşa Tirkiyê" ya li ser Balafirxaneya Silêmaniyê şermezar kir û got, ti hincetek tune ku Tirkiye di nav axa Herêma Kurdistanê û Iraqê de tevbigere.

Li gor Serokkomariya Iraqê îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an bi daxuyaniyekê diyar kir, “Em van êrîşên eşkere yên li ser Iraq û serweriya wê şermezar dikin û dubare dikin ku ti hinceteke yasayî tune ku rê bide hêzên Tirkiyê bi hinceta hebûna hêzên dijber di nav axa Iraqê de tevbigere û sivîlan bikuje.”

Serokkomariya Iraqê bang li Hikûmeta Tirkiyê kir ku “Berpirsiyariyê bistîne û ji ber van karan lêborîneke fermî pêşkêş bike. Êrîşan rawestîne û pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi vekirina kanalên diyalogê bi aliyên pêwendîdar re çareser bike.”

Serokkomariya Iraqê hişyarî da Tirkiyê ku eger ev êrîş dubare bibin, “Em ê helwesteke tund nîşan bidin da ku di pêşerojê de dubare nebe.”