Artêsa Iraqê êrîsa Tirkiyê sermezar kir: Em efû nakin…

12 August 2020 18:17 0 dîtin
Artêsa Iraqê êrîsa Tirkiyê sermezar kir: Em efû nakin…

PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resûl bi daxuyaniyekê, êrîşa bi balafirên bêpîlot ku du Fermandarên zêrevanên sînor hatin şehîdkirin, şermezar kir û diyar kir, kesên xwîna gelê Iraqê dirijînin em wan efû nakin.

Yehya Resûl got: "Di encama binpêkirinê de fermandarê lîwaya duyemîn a herêma yekemîn di fermandariya Hêzên Pasevanên Sînor de û fermandarên Foca 3yemîn, herwiha fermandarên foca yekemîn, serbazên îstixbaratan û du endamên wan, şehîd bûn."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, leşker ji bo operasyoneke keşfê li herêma Sîdekan bûn, ew herêm dikeve nava xaka Iraqê û 4 km dûrî sînorê Tirkiyê ye.

Yehya Resûl bang li hêzên dewleta Tirk kir ku encamên tawanên hatine kirin eşkere bike, hesab ji sûcdaran bixwazin da ku parastina têkiliyên di navbera her du welatan de bike ku Iraq her tim parastina wê dike.

Yehya Resûl destnîşan kir: "Di demeke berê de me hişyarî ji ber berdewama binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê da. Xwîna gelê Iraqê giranbuha ye û kesên ku xwîna iraqiyan birijînin, wan efû nakin."