Tirkiyê êrîsên ser artêsa Iraqê yên Kerkûk û Mexmûrê sermezar kir

05 September 2021 20:33 0 dîtin
Tirkiyê êrîsên ser artêsa Iraqê yên Kerkûk û Mexmûrê sermezar kir

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê cara yekem êrîşên çekdarên DAIŞê yên ser hêzên artêşa Iraqê şermezar kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyê piştî êrîşên DAIŞê yên li nehiyeya Reşad a navçeya Daqûqê ya Kerkûkê û êrîşa ser hêzên iraqî li Mexmûrê, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de, êrîşên DAIŞê yên ser hêzên iraqî hatin şermezarkirin û ji bo qurbaniyan serxweşî li hikûmet û ‘gelê Iraqê bira’ hat kirin.

Tirkiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew amade de di têkoşîna dijî terorê de, hevkarî û alîkariyê ji Iraqê re bikin.

Hêjayî gotinê ye, di êrîşên DAIŞê yên îro danê sibehê (5 Îlon 2021) de, herî kêm 15 endamên hêzên leşker û polîsan jiyana xwe ji dest da.