Artêsa Iraqê ragihand: Li dijî êrîsên Tirkiyê sîstema parastina asmanî tê çalak kirin

17 June 2020 14:47 0 dîtin
Artêsa Iraqê ragihand: Li dijî êrîsên Tirkiyê sîstema parastina asmanî tê çalak kirin

PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Iraqê Emîd Yehya Resûl li ser êrîş û operasyonên Tirkiyê yên ser Mexmûr, Şingal û Qendîlê ragihand ku wan dest bi xebatê kiriye daku sîstema parastina asmanî li dijî êrîşan çalak bikin.

Berdevkê Artêşa Iraqê di daxuyaniya nivîskî de da da zanîn ku 18 balafirên şer ên Tirkiyê derbasî nav sînorên Iraqê bûne û heta bajaroka Şergatê hatine û xwest ku careke din ew neyê dubarekirin.

Resûl diyar kir ku Tirkiyê serweriya Iraqê binpê kiriye û ragihand, ji bo pêşîgirtina êrîşan wan dest bi xebata çalakirina sîstema parastina asmanî kiriye.

Artêşa Tirkiyê tevî hêzên asmanî û bejahî ev du roj in dest bi êrîşên ser bingehên PKKê li nav Başûrê Kurdistanê kiriye ku bi hêzên asmanî û bejahî êrîşên xwe berdewam dike.