Amerîkayê li dijî êrîsên Hûsiyan avakirina mîsyoneke pirneteweyî ragihand

19 December 2023 13:23 0 dîtin
Amerîkayê li dijî êrîsên Hûsiyan avakirina mîsyoneke pirneteweyî ragihand

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku êrîşên Hûsiyan ên li Deryaya Sor herikîna serbest a bazirganiyê tehdîd dike, deryavanên bêguneh dixe xeterê û hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Austin amaje bi wê yekê kir ku ji bo çareserkirina vê pirsê daxwazeke navdewletî heye û got, "Ji ber vê yekê îro ez radigihînim ku me Operasyona Parêzgeriyê ava kiriye. Ev destpêşxeriya ewlekarî ya pirneteweyî ya girîng e ku balê dikişîne ser ewlekariya li Deryaya Sor di bin sîwana Hêza Deryayî ya Hevbeş û Hêza Peywira 153yemîn de." Di mîsyonê de ji bilî Amerîka, Brîtanya, Bahreyn, Kanada, Îtalya, Fransa, Hollanda, Norwêc, Seyşel û Spanya hene.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keştiya îmha ya Hêzên Deryayî ya Amerîkayê "USS Carney" ya li başûrê Derayaya Sor bersiv daye banga alîkariyê ya keştiyên bazirganiyê û hat gotin, îmhayê dema alîkariya keştiyan dikir 3 balafirên bêmirov ên ku ber bi wê ve diçûn xistin.

Îran: Bi pirsgirêkên awarte re rû bi rû ye

Wezîrê Parastinê yê Îranê Mihemed Riza Aştîyanî 4 roj berê ji Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ÎSNA) re axivîbû, li ser plana Amerîkayê ya avakirina hevpeymaniya navneteweyî ya li Deryaya Sor nirxandin kiribû. Aştîyanî da zanîn ku herêm ne di rewşekê de ye ku êdî tehemûlê nakokiyên hêzê bike û got, "Ew (Amerîka) nikarin tiştekî wiha bikin û eger bixwazin tiştekî wisa bikin, wê bi pirsgirêkên awarte re rû bi rû bimînin. Wezîrê Îranê got, "Hemû welat li herêmê hene, lê ev navçe ya me ye. Em li wê herêmê serdest in û bi temamî tu kes nikare li wê herêmê manevra bike."