NATO îhtîmala bikaranîna mosekên dûravêj ên artêsa Ukraynayê di êrîsên li dijî Rûsyayê de nîqas dike

06 September 2024 08:33 0 dîtin
NATO îhtîmala bikaranîna mosekên dûravêj ên artêsa Ukraynayê di êrîsên li dijî Rûsyayê de nîqas dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg got, "Hevpeyman li ser îhtîmala ku artêşa Ukraynayê di êrîşên li dijî axa Rûsyayê de moşekên menzîl dirêj bi kar bîne gotûbêj dike."

Li gorî nûçeya Reutersê, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got ku endamên hevpeymaniyê gotûbêj dikin ku artêşa Ukraynayê moşekên dûravêj ên Amerîka û welatên rojavayî di êrîşên kûr ên Rûsyayê de bi kar bîne.

Di nûçeyê de Stoltenberg got ku ev mijar di nava NATOyê de tê nîqaşkirin. Hat diyarkirin ku ji bo Ukrayna îmkana bidestxistina armancên leşkerî yên li ser axa Rûsyayê girîng e.

Têkildarî êrîşa Hêzên Çekdar ên Ukraynayê ya li ser herêma Kurskê, hat diyarkirin ku Sekreterê Giştî yê NATOyê got, “Zehmet e ku mirov pêşbînî bike ku rewş wê çawa pêş bikeve.”

Di Tîrmehê de, Cîgira Berdevka Pentagonê Sabrina Singh diyar kiribû ku Dewletên Yekbûyî rê nedaye Ukraynayê ku fuzeyên taktîkî yên ATACMS ji bo êrîşên li kûrahiya axa Rûsyayê bikar bîne, lê dibe ku ev "qanûn biguhere."