Rûsyayê bi mosekên hîpersonîk û dûravêj êrîsî paytexta Ukraynayê kir
PeyamaKurd – Rêveberiya Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê îro 16ê Hezîranê bi moşekên dûravêj ên Kinjal û Kalibr êrîşî ser paytex Kîevê kiriye.
Serokê Îdareya Leşkerî yê Kîevê Sergey Popko, da xuyakirin ku artêşa Rûsyayê bi moşekên hipersonik ên Kinjal û moşekên xwedî hesasiya zêde yên Kalibr êrîşeke mezin pêk aniye.
Popko, daya zanîn ku di êrîşê de tevî moşekên balîstîkî û seyrê balafirên bêpîlot jî hatine bikaranîn û hejmarek ji wan moşekan bi sîstemaniya berevaniyê hatiye pûçkirin.
Popko, daye xuyakirin ku di êrîşan de, li gorî lêkolînên destpêkê ti ziyaneke canî çênebûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Ukraynayê ev demek e li dijî artêşa Rûsyayê dest bi êrîşên hicûmê kiriye ku bi taybet li herêma Bahmûtê şereke dijwar di navbera herdu aliyan de rû dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin