Ukrayna: Rûsyayê bi mosekên krûz û balafirên bêmirov êrîsî Kîevê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibê ji aliyê artêşa Rûsyayê ve li paytexta Ukraynayê Kîevê êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Îdareya Leşkerî ya Bajarê Kîevê de hat ragihandin ku hêzên Rûsyayê di saetên sibê de li paytext Kîevê êrîşeke hewayî pêk anîne.
Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, artêşa Rûsyayê di meha Gulanê de 9emîn êrîşa hewayî û moşekî ya li dijî paytextê pêk aniye û wiha hat gotin: "Ji destpêka meha Gulanê û vir ve 9emîn êrîşa hewayî ya li pey hev li paytextê hatiye kirin. Vê carê jî êrîş pêk hat. Ji hêla bombeyên stratejîk ên Tu-95MS, Tu-160 yên ji herêma Xezerê ve, dibe ku ew bi moşekên krûzê yên celebê X-101/555 ve hatî çêkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di dema êrîşê de hêzên Rûsyayê balafirên bêmirov jî bi kar anîne û li gorî agahiyên destpêkê hemû hedef ji aliyê hêzên hewayî yên Ukraynayê ve hatine îmhakirin.
Di berdewamiyê de hat gotin, "Daneyên dawî yên li ser cure û hejmara fuze û balafiran wê di demeke nêz de ji aliyê Hêzên Hewayî ve bên ragihandin."
Dengê hişyariya êrîşa hewayî li gelek deverên Ukraynayê berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin