Ukrayna: 6 balafirên ser ên Rûsyayê hatin rûxandin!

06 April 2024 12:04 0 dîtin
Ukrayna: 6 balafirên ser ên Rûsyayê hatin rûxandin!

PeyamaKurd – Çavkaniyekî îstixbaratê ji Kîevê ji Reutersê re ragihand ku Ukraynayê li herêma Rostovê ya Rûsyayê êrîşî baregeha leşkerî ya Morozovskê kir û di operasyoneke hevpar a di navbera SBU û artêşê de 6 balafirên şer ên Rûsyayê hatin îmhakirin.

Îdîa bi awayekî serbixwe nehatiye piştrastkirin. Çavkaniyê amaje bi çawaniya wê êrişê nekir, lê diyar kir ku 8 balafirên şer ziyan dîtine.

Ajansa nûçeyan a Rûsî RIA beriya niha li ser bingeha Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihandibû, ku sîstemên berevaniya esmanî yên Rûsyayê bi şev 53 balafirên bêmirov ên Ukraynayê, ku piraniya wan li ser herêma Rostovê bûn, xistine xwarê.

Çavkaniyê diyar kir ku baregeha esmanî ya Morozovskê ji aliyê balafirên taktîkî yên Rûsyayê yên wek Sukhoi Su-24 û Su-24M ve tê bikaranîn û hêzên esmanî yên Moskowê bombeyên rênîşanderî avêtin artêşa Ukraynayê û bajarok û bajarokên li eniya şer.

Çavkaniya han ev operasyon weke êrîşeke girîng wesif kir.