Ukrayna: Du kestiyên deryavaniya Rûsyayê hatin lêdan
PeyamaKurd – Artêşa Ukraynayê ragihand ku wan li nîvgirava Kirimê ya hatiye îlhakkirin du keştiyên bi navên Yamal û Azov ên şer ên Rûsyayê kirine armanc.
Di daxuyaniya hatiye dayîn de hatiye diyarkirin, Ukraynayê bi şev heta beyaniyê êrîş birine hêzên Rûsyayê yên li Deryaya Reş û hatiye gotin, êrîş bi moşek û alavên bêmirov ên asmanî hatine encamdan.
Li aliyê din Fermandarê Hêzên Bejahî yên Ukraynayê Nikolay Oleşçuk li ser medya civakî ragihandiye ku bi 29 moşekên Х-101/Х-555 model yên seyrê û 28 balafirên bêmirov ên "Şahid" êrîşî ser axa Ukraynayê kiriye ku hejmarek ji wan li asman hatine têkdan.
Hate gotin ku di encama êrîşên Rûsyayê de bendera Odessayê ziyan dîtiye, lê derbarê ziyanên canî de ti agahî nehat belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin