Ukraynayê bi dronan êrîsî fîloya kestiyên Rûsyayê kir

06 November 2024 20:03 0 dîtin
Ukraynayê bi dronan êrîsî fîloya kestiyên Rûsyayê kir

PeyamaKurd – Artêşa Ukraynayê bi dronên teqîner êrîşî fîloya keştiyên hêzên deryavaniya Rûsyayê kir.

Rayedarên Ukraynî ragihandin ku îro danê sibehê artêşa Ukraynayê bi dronên teqîner êrîş ser bendera Kaspiysk a li peravên Komara Dagistanê kiriye û du keştiyên Rûsî yên girêdayî fîloya Deryaya Hazarê yên Tataristan û Dagistan ji êrîşê xisar dîtine.

Di daxuyaniya rayedarên Ukraynî de hatiye gotin ku ji wan herdu keştiya beriya niha êrîş bi ser herêmên Herson û Zaporijya de hatibû kirin.

Hate diyarkirin ku hin dronên Ukraynayê ji aliyê sîstema berevaniya rûsî ve hatine xistin.