Ukraynayê bi dronan êrîsî erdên Rûsyayê kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 29ê Tebaxê danê nîvro Ukraynayê bi ser Deryaya Reş de bi dronan êrîşek biriye ser erdên Rûsyayê.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihandiye ku îro li demjimêr dora 13:00 bi dronên cûreya balafiran êrîşek ji ser Deryaya Reş ve hatiye kirin û du dron hatine xistin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew dronên ji ser Deryaya Reş ve hatine bi balafireke rûsî hatine xistin.
Wezaretê piştre cardin daye xuyakirin ku hewldana êrîşê ya nav erdên Rûsyayê hatiye pûçkirin û herdu drone jî ketine nav Deryaya Reş.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin