Rûsyayê bi 100 fuze û dronan êrîsî Ukrayna kir: 5 kustî

26 August 2024 17:32 0 dîtin
Rûsyayê bi 100 fuze û dronan êrîsî Ukrayna kir: 5 kustî

PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê, îro 26ê Tebaxê bi zêdetirî 100 fuzeyan û balafirên bêmirov êrîşeke berfireh li ser Rûsyayê pêk anî.

Rayedarên ukraynî ragihandin ku di encama êrîşên ku cihên sivîl û binesaziya enerjiyê hatiye hedefgirtin de, 5 kesan can daye.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, da xuyakirin ku di êrîşê de ji bilî moşekên cureyên cuda nêzî dronên 'Shahed' ên îranî hatine bikaranîn û wekî êrîşeke bêbextî binav kir.

 Zelenskiy, diyar kir ku ziyaneke mezin li ser binesaziya enerjiyê çêbûye û bandora êrîşê li ser 15 herêman çêbûye.

Herwiha hate gotin ku deverên rastî êrîşa rûsî hatine, Rivne û Volyn, Khmelnytskyi, Zhytomyr, Dnipropetrovsk, Kirovohrad, Vinnytsia, Zaporijya û bajarê Lviv û herêma Odesa ye. Li gorî zanyariyan fuzeyên rûsî li wan herêman îsabetî 7 deveran kiriye û xisar li ser kargehên enerjiyê çêbûye.