Ukraynayê bi dronan êrîsî nav erdên Rûsyayê kir

16 July 2024 19:38 0 dîtin
Ukraynayê bi dronan êrîsî nav erdên Rûsyayê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşa bi dronan a Ukraynayê bi ser erdên Rûsyayê de, 6 kes birîndar bûn.

 Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihandiye ku şeva borî 13 balafirên bêmirov ên Ukraynayê dema êrîşê ji aliyê sîstemên berevaniyê ve hatine xistin.

Hatiye diyarkirin ku ji ber êrîşan li herêma Kursk bajarokê Korenevoyê di kargeha enerjiyê de şewat derketiye û danê sibehê hatiye vemirandin.

Parêzgarê herêma Kurskê Alexei Smirnov ragihand ku di êrîşên dronan ên Ukraynayê yên bi ser deverên cuda de, bi tevahî 6 kes birîndar bûne.