Ukraynayê careke din bi dronan êrîsî Moskowê kir

30 July 2023 15:12 0 dîtin
Ukraynayê careke din bi dronan êrîsî Moskowê kir

PeyamaKurd – Şerê Ukrayna-Rûsyayê bi hemû dijwariya xwe ji 24ê Sibata 2021ê ve nêzî du sal in berdewam dike.

Artêşa Ukraynayê di demên dawî de, êrîşên bi balafirên bêmirov li ser paytexta Rûsya Moskowê zêde kirine.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê îro 30yê Tîrmehê ragihand ku artêşa Ukraynayê danê sibehê bi balafirên bêmirov careke din êrîşî hin kargehên li Moskowê kiriye.

Wezaretê daye xuyakirin ku bi rêya sîstemên berevaniya asmanî rêgirî li wê êrîşê hatiye kirin û dronên Ukraynayê hatine têkdan bêyî ku ti ziyaneke canî çêbibe.

Li aliyê din li gorî ragihandina şahidan, li Moskowê li herêma avahiyên bilind Moskova City ji ber ketina dronan duxan bilind bûye.

Ukraynayê 24 û 28ê Tîrmehê jî êrîşên bi balafirên bêmirov li ser Moskowê pêk anîbûn.