Ukraynayê bi keriyek drone êrîsî paytexta Rûsya Moskowê kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Ukraynayê bi keriyeke droneyan a 25 heban êrîşî paytexta Rûsya Moskowê kiriye.
Rayedarên rûsî ragihandine ku Ukraynayê bi kêmanî 25 dron avêtin Moskowayê û got, di encama bombebaranê de du balafirgeh bi awayekî demkî hatin girtin.
Rayedaran ev êrîş wekî ya herî mezin li ser paytextê bi nav kir.
Şaredarê Moskovê Sergey Sobyanin da xuyakirin; "Pergala parastinê 12 drone li herêmên Ramenskia û Kolomenskaya yên Moskovê û bajarê Domodedovo yê li başûrê rojavayê paytextê, îmha kirin.”
Ajansa Geştên Asmanî ya Federasyona Rûsyayê "Rosaviatsia" ragihand ku, "Ji bo ewlehiya firînên balafirên sivîl, ji saet 05.30 li gorî dema GMT û şunde qeydên demkî li ser xebitandina balafirgehên Domodedovo û Zhukovayê hatine danîn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin