Ji Ukrayna operasyona Kirimê: Kestiyên Rûsî hatin armanc kirin
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Ukraynayê, îro 10ê Mijdarê ragihand ku hêzên wan li Kirimê operasyon li ser keştiyên Fîloya Derya Reş a Rûsyayê encam dane.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li herêma Kirimê ya ji aliyê Rûsyayê ve hatiye îlhak kirin, li dijî keştiyê rûsî operasyon hatiye kirin û keştiyên rûsî yên wesayîtên zirxî li wan barkirî hatiye armanckirin.
Hate diyarkirin ku du keştiyên artêşa rûsî hatine lêdan.
Li aliyê din Wezareta Berevaniya Rûsya jî ragihand ku Ukraynayê şeva borî bi balafirên bêmirov hewla êrîşê li ser erdên Rûsyayê kiriye ku 3 dronên ukraynî hatiye xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin