Dema ku balafirên Rûsî rabûn li seranserê Ukraynayê sîren lêxistin

26 August 2024 11:02 0 dîtin
Dema ku balafirên Rûsî rabûn li seranserê Ukraynayê sîren lêxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber rabûna balafirên Rûsî yên bi tîpa Tu-95 li tevahiya Ûkraynayê sîrenên li dijî êrîşên hewayî lêxistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser kanala Telegramê ya Îdareya Leşkerî ya Bajarê Kîevê hat dayîn de, hat diyarkirin ku ji ber tehdîda avêtina moşeka krûzê ya ji balafira şer a tîpa Tû-95 a artêşa Rûsyayê li seranserê welêt sîren hatin lêxistin. Li ser kanalên Telegram ên li Ukraynayê, mirovên li herêmên Kharkiv, Mikolaiv, Dnipro û Vinnitsa dijîn, bang kirin ku biçin stargehan.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Xarkovê Oleg Sînegubov di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku artêşa Rûsyayê êrîş bir ser Xarkovê. Çapemeniya Ukraynayê jî ragihand ku dengê teqînan li hin deverên vî welatî hatine bihîstin.