Dema Netenyahu ji DYAyê dageriya, balafirên F-35 an balafira wî parast

30 October 2024 21:06 0 dîtin
Dema Netenyahu ji DYAyê dageriya, balafirên F-35 an balafira wî parast

PeyamaKurd – Malpera înternetê ya bi navê ‘Walla’ ku malperekî Îsraîlê ye, ragihand ku piştî êrîşa ser Îranê û Lubnanê bi tirsa ku wê Hizbullah tola xwe ji serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu bistîne, hevjîna wî Sara Netenyahu xwestiye ku balafira wan bê parastin û 2 balafirên F-35 di dagera ji DYAyê de balafira Netenyahu parastine.

Artêşa Îsraîlê mijarê red dike lê serokwezîrtiya Îsraîlê heya niha ti daxwuyanî nedaye. Di nûçê de hat ragihandin ku piştî kuştina Hasan Nasrullahê serokê Hîzbûllahê (27 Êlûl), Sara Netenyahu tirsiyaye ku Hîzbûllah tola xwe hilde û lewra Sara Netenyahu daxwaz kiriye ku parastina wan bêkirin. Netenyahu fermana kuştina Hasan Nasrallah ji DYAyê dabû.

Serokwezîrtiya Îsraîlê xwestiye ku wêneyên parastina balafira Netenyahu ya ji aliyê F-35an de belav bike lê artêşa Îsraîlê nexwestiye wêne belav bibin ku F-35 balafira Netenyahu parastine. Piştî belavbûna nûçeyê serokwezîrtiyê mijarê derewand lê artêşa Îsraîlê weha got:

“Ewlehiya balafira serokwezîr li gor rêziknama têkirin.”