Hêzên hezayî yên DYAyê, balafirên B-52 yên bombebaranê li Îngîltere bicîh kir

08 November 2024 20:43 0 dîtin
Hêzên hezayî yên DYAyê, balafirên B-52 yên bombebaranê li Îngîltere bicîh kir

PeyamaKurd - Hêzên hewayî yên DYAyê, 4 balafirên B-52 yên bombebaranê li Îngîltere bicîh kir.

4 heb Boeing B-52 Stratofortress yên bombebaranê wê di hêza bombardimana Ewrûpa de bixebitin. Van balafiran wê bi hevkaran re ji bo ewlehiyê zêdetir bikin, bixebitin. Fermandariya hêzên hewayî ya DYAyê ragihand:

“4 balafirên hêzên hewayî yên DYAyê  yên B-52 Stratofortresses, gihane Fairfordê baregeha qraliyeta Îngîltere ya hêzên hewayî.”

B-52 menzîla wan dirêje, bi motora jete û balafira bombebaranê ya stratejîke.

Fermandarê hêzên hewayî yên Ewrûpa-Afrîka general James Hecker di mijarê de ragihand:

“Ev hêza wezîfa bombardimanê mînake ku em bi hevkarên xwe yên Ewrûpî re û bi ortaxên xwe ve girêdayîne. Em bi hevre li seranserê herêmê ewlehiyê û îstîqrarê xwurt dikin û têkiliyên stratejik datînin.”