Hêzên DYAyê di 2025an de ji Iraqê vedikisin

08 September 2024 23:36 0 dîtin
Hêzên DYAyê di 2025an de ji Iraqê vedikisin

PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Sebhan Mela Ciyad ragihand ku bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re lihevkirin çêbûye ku Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê heta dawiya 2025an, bi temamî ji Iraqê vekişin.

Sebhan Mela Ciyad got: "Bi taybetî leşkerên DYA yên di nav hevpeymaniyê de, wê heta dawiya 2025an ji axa Iraqê vekişin."

Sebhan Mela Ciyad da zanîn ku li gorî rêkeftina di navbera Iraq û DYAyê de, wê hinek leşkerên Hevpeymaniyê di dawiya îsal de dest bi vekişînê bikin û ev pêvajo wê heta mehên dawî yên 2025an bidome.

Ciyad aşkere kir ku Iraq û welatên Hevpeymaniya Navneteweyî ji bo îmzekirina peymana ewlehiyê ya dualî bi hev re dixebitin û pêwendiyên wan wê tenê di warê leşkerî de sînordar nebin û wê ew pewendî bêne berfirehkirin.

Çek û cebilxane li cem hêzên Iraqê dimînin

Di derbarê çarenûsa çek û cebilxaneyên ku di baregehên hevpeymaniyê de ne jî Ciyad diyar kir ku ew çek û cebilxane û amûrên leşkerî wê di destê hêzên Iraqê de bimînin.

Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebbasî jî îro ji El Erabiyê re axivî û got:

“Peymana bidawîkirina erka Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraqê dê di du qonaxan de pêk were.

Qonaxa yekem dê îsal dest pê bike û heta sala 2025an berdewam bike û qonaxa duyemîn jî dê di sala 2026an de bi dawî bibe.”

Îraqê despêka îsal ragihandibû ku bi Amerîkayê re lihevkirinek çêbûye ji bo bidawîkirina erka leşkerî ya hevpeymaniya bi pêşengiya Amerîkayê.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê jî dabû zanîn ku gerên danûstandinên ên navbera Amerîka û hikûmeta Îraqê bi awayekî serkeftî bi dawî hatin ku Tebaxa 2023an dest pî kiribûn.