Nêçîrvan Barzanî bi maslahatguzarê DYAyê yê Iraqê hevdîtinekî kir

19 February 2025 23:07 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi maslahatguzarê DYAyê yê Iraqê hevdîtinekî kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi maslahatguzarê DYAyê yê Iraqê Daniel Rubinstein re li bajarê Erbîlê hevdîtinekî kir. Bi maslahatguzar re her weha balyozê DYAyê yê Herêma Kurdistanê Steven Bitner jî amade bû.

Di hevdîtinê de li ser têkiliyên Bexda-Erbîlê, îxracata petrolê ya Kurdistanê û mijarên wekî avakirina hukumeta Herêma Kurdistanê kirin. Serokatiya Herêma Kurdistanê di mijarê de daxuwyanî da û got ku di hevdîtinê de behsa têkiliyên Iraq-Kurdistanê û behsa rola DYAyê ya di pêvajoyê de kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê Neçirvan Barzani, ji heyeta DYA re gotiye ku divê terefên ketine hilbijartina Parlementoya Kurdistanê, li hev bikin û di wextekî kurt de kabîna Kurdistanê ava bikin.

Di civînê de behsa muzakereyên Kurdğistanê yên bi Iraqê re, li ser rewşa Sûriyê û Rojava û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê kirin û fikrên xwe ji hev re gotin.