Baran bû sedema rabûna lehiyê û heza erdê û di hezê de 20 kes mirin
PeyamaKurd – Li rojhilatê welatê Ûgandayê li herêma Bulambuli bi sedema barîna barana zêde, li gelek ciyan hez li erdê ket û ax şemitî. Di şemitandina axê de jimara miriyan giha 20 kesî û di ser 100î de kes wenda ne. Pir û xaniyên hilweşiyan xebata rizgarkirin û lêgerînê bi zahmet dike.
Li gor xaça sor ya Ûgandayê; li rojavayê Ûgandayê li herêma Bulambuli li çend gundan erd heziya, 20 kes mirin, sed kes wendane û 125 xanî bi temamî hilweşiyane û 750 kes terka axa xwe kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin