Baran bû sedema heza erdê û rêya navbera Oltu ya Erzeromê û Artvinê hat girtin

31 August 2024 18:04 0 dîtin
Baran bû sedema heza erdê û rêya navbera Oltu ya Erzeromê û Artvinê hat girtin

PeyamaKurd – Ji êvara roja Înê de, di navbera bajarê Erzeromê û Artvinê de baran dibare û baran bû sedema hez li erdê bikeve. Di heza erdê de, kevir û heriya ku ji jor de ket nava rêya navbera navça Erzeromê Oltu û bajarê Artvinê, bi temamî rê girt.

Xebata dezgeya rêyên bejayiyê ji bo rê vekin, xebatê dikin. Erebeyên ku dê di wê rê de biçûna, bi sedema rê girtîbû tev dageriyan.