Ukrayna: Me bi Rûsyayê re pevguhertina dîlên ser kir: 32 leskerên me hatin berdan

12 October 2022 13:00 0 dîtin
Ukrayna: Me bi Rûsyayê re pevguhertina dîlên ser kir: 32 leskerên me hatin berdan

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Ukraynayê bi daxuyaniyekê diyar kir, wan bi Rûsyayê re pevguhertina dîlên şer kiriye û di encama wê pevguhertinê de 32 leşkerên artêşa Ukraynayê hatine berdan.

Wezareta Berevaniya Ukraynayê eşkere kir, di encama pevguhertina girtiyan a bi Rûsyayê re 32 leşker vegeriyane Ukraynayê û hat gotin: “Yên me li mala xwe ne. Pevguhertineke din a dîlan pêk hat.”

Herwiha Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak jî li ser twitterê eşkere kir, wan 32 leşkerên Ukraynayê anîne welêt û derbarê pevguhertina girtiyan da agahî dan.

Li gor Yermak da zanîn, di nav kesên ku di encama pevguhertina girtiyan de hatin berdan hin leşker hene ku pêştir navê wan di lîsteya wendayiyan de bûye.

Yermak destnîşan kir: “Ew li cihên pevçûnên tund bûne. Gelek ji van kesan wenda hatibûn hesibandin. Em mirovan vedigerînin.”

Herî dawî hat gotin ku cenazeyên 62 kesên di şerê di çarçoveya pevguhertina girtiyan de can dane ji aliyê Rûsyayê ve radestî Ukraynayê hatine kirin.