Ji Ukrayna û Rûsyayê pevguhertina 120 dîlên ser
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de, pevguhertina 120 dîlên şer hatiye kirin.
Serokê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Andriy Yermak, li ser medya civakî ragihand ku di pevguhertina dîlan a bi Rûsyayê re hatiye kirin de, 60 leşkerên ukraynî hatine azadkirin.
Yermak daye zanîn ku ji wan 14 leşker yên li bajarê Mariupolê şer dikirin bûn û di nav wan de leşkerên birîndar jî hene.
Li aliyê din Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ragihandiye ku di encama gotûbêjên pevguhertina dîlan de, 60 leşkerên rûsî hatine berdan.
Di 1ê vê mehê (Kanûn 2022) de jî pevguhertina dîlan di navbera herdu aliyan de hatibû kirin û ji herdu aliyan bi tevahî 100 leşker hatibûn radestkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin