Bi navbeynkariya Rûsyayê pevguhertina dîlên Îsraîl û Sûriyê

17 February 2021 21:12 0 dîtin
Bi navbeynkariya Rûsyayê pevguhertina dîlên Îsraîl û Sûriyê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi navbeynkariya Rûsyayê du dîlên Sûriyeyî yên di destê Îsraîlê de hatin berdan û biryare rejîma Esed jî keçeke Îsarîlî ya girtî serbest berde.

Ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê daye xuyakirin ku pevguhertina dîlan bi navbeynkariya Rûsyayê pêk tê û wê êsîrên li girên Golanê yên di destê Îsraîlê de yên bi navên Nihal El-Makt û  Ziyab Kahmuz rizgar bibin.

SANAyê diyar kiriye, wê keça îsraîlî ya li başûrê bajarê Kuneytrayê ku piştî bi şaşî ketiye herêmê hatiye girtin jî beramberê dîlên di destê Îsraîlê de were berdan.