Hamas cenazên 4 dîlên Îsraîlê teslim dike

26 February 2025 20:36 0 dîtin
Hamas cenazên 4 dîlên Îsraîlê teslim dike

PeyamaKurd – Serokwezîrtiya Îsraîlê ragihand ku Hamas dê îşev cenazên 4 esîrên Îsraîlê teslîm bike. Hat gotin ku wê teslîma cenazeyan li gor proseduran bimeşe. Îsraîlê got:

“Li gor çawa me li serê li hev kiriye, bê merasima Hamasê wê cenazeyan teslîm bikin.”

Ofîsa Medyayê ya Mehkûmên Fîlîstînê ragihand ku wê îşev Îsraîl li dora 600 mehkûmên Fîlîstînê serbest berde û Hamas wê 4 cenazên dîlên Îsraîlê teslîm bike.