Hamas: 13 dîlên Îsraîlê, hatin kustin

13 October 2023 17:00 0 dîtin
Hamas: 13 dîlên Îsraîlê, hatin kustin

PeyamaKurd- Baskê çekdar ê Hamasê Lîwayên Qassamê ragihand ku di êrîşên asîmanî yên Îsraîlê yên li ser Xezayê yên di roja dawî de 13 dîlgirtiyan can dane.

Li gorî nûçeya Reutersê, di daxuyaniya Lîwayên Qassam de hat îdiakirin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de di 24 saetên dawî de 13 dîlgirtî hatine kuştin.

Hat destnîşankirin ku di êrîşên li 2 xalên cuda yên li herêma bakurê Xezayê de 6 dîlgirtî û li sê xalên cuda yên Xezayê jî 7 dîlgirtî mirine.