Di êrîsa Hamasê de 5 leskerên Îsraîlê hatin kustin
PeyamaKurd – Tûxayên İzzeddin el-Kassam ku rêxistina leşkerî ya Hamasê ye ragihand ku wan li Xezzayê 5 leşkerên Îsraîlê kuştine. Di ragihandina nivîskî de hat gotin li devera Xan Yunusê ji nêz de li leşkerên Îsraîlê xistine, 5 leşker hatine kuştin û gelek birîndar hene.
Di ragihandinê de hat gotin ku alavekî leşkerî ya neqlê bi topê roxandine, tankekî marka Merkava bi fuzeya Yasin-105 xistine û li taxa Emelê di wexta helîkopterekî Îsraîlê xwe daniye, êrîşê leşkeran kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin