SOHR: Di êrîsa Îsraîlê de 6 leskerên Sûrî hatin kustin, 10 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) li ser êrîşa bi fuzeyan a Îsraîlê li gundewarên Şamê ragihand ku 6 leşkerên Sûriyê hatine kuştin.
SOHRê daye xuyakirin, artêşa Îsraîlê duh bi şev bi moşekan êrîşî gundewarên Şamê kiriye û di encamê de 6 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin ku 3 sûrî ne û 3 jî biyanî ne.
Herwiha hatiye diyarkirin ku 10 kesên din jî di êrîşê de birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye, duh bi şev artêşa Îsraîlê bi moşekan nivîsgehên îstixbaratê û nivîsgeha efserekî payebilind û erebeyek li herêma balafirgeha Mezê ya leşkerî jî kiribûn armanc ku moşek nêzî benda ewlehiyê ya li derdora balafirgeha leşkerî û rêya Mezê û depoya çekan a komên îranî yên li dora herêma Seyide Zêneb ketibûn.
Îsraîl ji destpêka sala 2022yan ve 18emîn car in ku êrîşî armancên li Sûriyê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin