Ji Îsraîlê êrîsa mosekî li Sûriyê: 5 leskerên Sûrî…
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku derengiya şeva borî hêzên Îsraîlê li ser çend xalên leşkerî li Sûriyê, êrîşên moşekî kirin.
Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê êrîş li demjimêr 00:35ê şevê li ser çend xalên li Hûms û gundewarên Hûmsê hatiye encamdan û hin moşek ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê ve hatine xistin.
Hatiye diyarkirin ku di êrîşê de, 5 leşkerên Sûrî birîndar bûne. Derbarê êrîşê de ji aliyê Îsraîlê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Hêzên Îsraîlê bi sedema hebûna hizbûllahê û komên milîs ên Îranê gelek caran êrîşan li ser erda Sûriyê pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin