Ji Îsraîlê êrîsa mosekî li ser Sûriyê: 3 leskerên Sûrî...
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê îro Yekşemê 12ê Adarê li ser çend deverên gundewarên Tartûs û Hemayê êrîşên moşekî pêk aniye.
Li gorî medya rejîma Sûriyê, vê sibehê saet derdora 07:15an Îsraîlê ji aliyê bakurê Lubnanê ve li dijî hin deverên gundewarên Tartûs û Hemayê êrişa bi moşekan pêk aniye û di êrîşê de 3 leşker birîndar bûne.
Medya Sûrî daye xuyakirin ku dema êrîşa Îsraîlê pergala parastina asîmanî bersiv daye moşekan û hinek xistine xwarê.
Hêjayî gotinê ye, roja duşema borî jî Îsraîlê êrîşî Balafirgeha Helebê kiribû û balafirgeh ji xizmetê derketibû. Îsraîl bi hinceta hebûna Hizbullahê û komên milîs ên Îranê êrîşên ser erda Sûriyê didomîne û ji destpêka îsal ve jî 5 caran êrîş birine ser Sûriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin