SOHR: Di êrîsa HTSê de 10 leskerên sûrî hatin kustin
PeyamaKurd – Wezareta Bergiriyê ya rejîma Sûriyê ragihand ku di encama êrîşeke mezin a çekdarên Heyet Tehrîr Şam (Nûsra ya berê) li ser xalên artêşa Sûriyê de, şer û pevçûnên dijwar rû dane.
Wezaretê daye xuyakirin ku komeke çekdarên HTŞê li ser xalên artêşê yên Kefer Eme ya li rojhilatê Etarib a li rojavayê Helebê, êrîşeke mezin pêk anîne û hêzên artêşa Sûriyê bersiv daye.
Li gorî medya fermî ya Sûriyê di şer û pevçûnan de 11 çekdar hatine kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî derbarê êrîşê de ragihand ku di encama şer û pevçûnê de 10 leşkerên Sûriyê û hejmarek çekdarên HTŞê hatine kuştin û 16 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin